Banka Navendî ya Tirkiyê eskere kir ku wê enflasyon heta dawiya salê zêdetir bibe!

28 July 2022 16:00 0 dîtin
Banka Navendî ya Tirkiyê eskere kir ku wê enflasyon heta dawiya salê zêdetir bibe!

PeyamaKurd - Banka Navendî ya Tirkiyê pêşbîniya enflasyonê ya bo dawiya sala 2022yan bilind kir û rêjeya enflasyonê ji %42.8 wekî %60.4 diyar kir. Li gorî amarên ENAGê niha li Tirkiyê enflasyon ji sedî 175an derbas kiriye.

Serokê Banka Navendî ya Tirkiyê Şahap Kavcioglu di civîna ragihandina 3emîn rapora enflasyonê ya 2022yan de ragihand, berê wan bi dawiya vê salê pêşbînî kiribû ku enflasyon ji %42.8 be û ji bo dawiya sala din jî ji %12.9 be, lê belê ew niha pêşbînî dikin enflasyona dawiya salê %60,4 be.

Herwiha Kavcioglu gotiye, li gorî pêşbîniyên wan wê di dawiya sala 2023an de enflasyon dakeve %19.2 be û dawiya sala 2024an jî rêjeya enflasyonê ji %8.3 be,

Hêjayî bibîrxistinê ye, li gorî amarên Grûpa Lêkolînên Enflasyonê (ENAG) li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê rêjeya enflasyonê berevajî amarên fermî ji %175an jî derbas kiriye û dibe hîn jî zêdetir bibe.