Sîmsek hevkariya Tirkiyê ya 18 milyar dolaran bi Banka Cîhanê re eskere kir

10 April 2024 19:26 0 dîtin
Sîmsek hevkariya Tirkiyê ya 18 milyar dolaran bi Banka Cîhanê re eskere kir

PeyamaKurd – Wezîrê Xezîne û Darayî yê Tirkiyê Mehmet Şîmşek, ragihand ku Tirkiyê bi mebesta fînansekirina 18 milyar dolaran bo sê salan bi Banka Cîhanê re peyman girê daye.

Şîmşek eşkere kir ku bernameya fînansekirina Tirkiyê ya 18 milyar dolaran a ji bo 3 salan ketiye merîyetê.

Herwiha Mehmet Şîmşek, da xuyakirin ku ji bo hevkariya 5 salan wan bi Banka Cîhanê re li hev kiriye.

Şîmşem diyar kir ku di çarçoveya bernameya ligel Banka Cîhanê de, di warên ewlehiya dabînkirina enerjîyê, veguherîna kesk a pîşesaziyê û bingeha darayî û teknîkî de ji bo 2024-2028an bernameyek hatiye îmzekirin.