Erebistana Siûdî wê 5 milyar dolaran bide Banka Navendî ya Tirkiyê
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku wê Erebistana Siûdî piştî asayîbûna têkiliyan ji nû ve bi Tirkiyeyê re, bi qasî 5 milyar dolaran di Banka Navendî ya Tirkiyeyê de razîne ku rezervên wê yên diravên biyanî gelekî kêm bûne.
Li gorî nûçeya Reutersê Berdevkê Wezareta Darayî ya Erebistana Siûdî eşkere kiriye ku danûstandinên bo razandina 54 milyar dolaran di Banka Navendî ya Tirkiyê de gihîştine qonaxa dawî.
Hêjayî bibîrxistinê ye, têkiliyên herdu welatên Tirkiye-Siûdî piştî kuştina rojnamevanê Siûdî Cemal Qaşikçî li Stenbolê çend salên dawî gihîştibûn asta qutbûnê ku çend meh berê piştî girtina dosyeya doza kuştina Qaşikçî ji nû ve pêwendîyan dest pê kiribû.
Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan jî di vegera Qeterê de gotibû, heta dawiya mehê wê rezervên wan ên dolar ji 123 milyar dolaran bigihe 130 milyar dolaran.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin