Pistî Siûdî, Qeter jî 10 milyar dolaran disîne Tirkiyê
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku wê Qetere bi qasa 10 milyar dolaran ji bo rewşa aboriya Tirkiyeyê were başkirin bişîne. Çend roj berê Erebistana Siûdî jî ragihandibû ku ew dê bi qasî 5 milyar dolaran ji Banka Navendî ya Tirkiyê re bişînin.
Li gorî nirxandinên medya Tirkiyê, beriya hilbijartinên 2023yan ku li Tirkiyê ji ber kûrbûna krîza aborî enflasyon û nirxên berheman gelekî zêde bûye, Hikûmeta AKPê ketiye tevgerê ji bo beriya hilbijartinan rezervên xwe yên dolar zêde bike û krîza aborî li ser welatiyan sivik bike.
Li gorî nûçeya Reutersê rayedarekî pilebilind gotiye, biryara dabînkirina 10 milyar dolaran ji Qeterê dema hevdîtina lîderên herdu welatan hatiye dayîn, lê hîn berpirsên Qeterê û Wezareta Darayî ya Tirkiyê ew yek piştrast nekirine.
Beriya niha jî Tirkiyê bi Banka Navendî ya Qeterê re bi nirxê ji 5 heta 15 milyar dolaran peymana swapê îmze kiribû û hin îhale û milk jî Tirkiyê firotibûn Qeterê.
Li gorî nûçeyê di hevdîtinên li ser dabînkirina diravan ji Qeterê de, tê pêşbînîkirin ku destpêkê Qeter bi qasî 8 milyar dolaran ji Tirkiyê re dabîn bike û piştre jî bigihe 10 milyar dolaran.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin