Siûdî û Pakistan peymaneke 10 milyar dolaran îmze dikin
PeyamaKurd - Hat ragihandin ku Erebistana Siûdî û Pakistan meha Sibatê dê girêbesteke aborî ya 10 milyar dolaran îmze bikin.
Wezîrê Darayî yê Pakistanê Asad Omer ji rojnameya Dawnê re ragihandiye ku Serokwezîrê Pakistanê Îmran Xan diyar kiriye ku dê ji xeynî peymana 10 milyar dolaran a bi Erebistana Siûdî re bi Çîn, Îmarat û Malezyayê re jî girêbestên aborî îmze bikin.
Li gor nûçeyê Prens Muhammed bin Selman biryara peymana 10 milyar dolaran bo Pakistanê daye û dê di serdana xwe ya meha pêşiya me de ku li Pakistanê dike, wê pêymanê girê bide.
Hêjayî gotinê ye, Pakistan wekî welatekî nêzîkî Tirkiyê tê naskirin û di navbera Tirkiye û Erebistana Siûdî de van demên dawî bi hinceta siyaseta Sûriyê û bûyera kuştina Cemal Kaşikcî nakokî derketine.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin