Rûsya û Îranê peymaneke bi 4 milyar dolaran girêda

09 November 2022 21:44 0 dîtin
Rûsya û Îranê peymaneke bi 4 milyar dolaran girêda

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku di navbera Rûsya û Îranê de, peymaneke bazirganî û pêşxistina qadên gazê ya nêzî 4 milyar dolaran hat îmze kirin.

Wezîrê Petrolê yê Îranê Cewad Ovcî piştî civîna kabîneyê ji rojnamevanan re eşkere kir ku wan ligel Rûsyayê peymaneke bazirganî û pêşxistina qadên gaz û enerjiyê digire nav xwe girê daye ku nirxê wê nêzîkî 4 milyar dolaran e.

Ovcî, da zanîn ku herwiha bi kompaniya enerjiyê ya rûsî Gazprom re jî peymaneke pêşdemî ya bi 40 milyar dolaran hatiye îmze kirin û herwiha kompaniya ZN Vostok jî wê veberhênanê li Îranê bike.

Hêjayî gotinê ye, herdu welatên Rûsya û Îranê di bin dorpên giran ên welatên Rojavayî de ne ku hewl didin bi şikandina dorpêçan re ji hêla aborî û veberhênanê ve li ser piyan bimînin.