Îran û Rûsyayê girêbesta veberhênana 40 milyar dolaran a petrol û gazê îmze kir
PeyamaKurd - Televizyona dewletê ya Îranê ragihandiye ku di navbera Îranê û kompaniya Gazprom a Rûsî de, girêbesta 40 milyar dolaran hatiye îmze kirin.
Berpirsê Kompaniya Petrolê ya Îranê Muhsîn Hocestemehr, girêbesta Kompaniya Petrolê ya Netewî ya Îranê û Gazpromê, wekî veberhênana herî mezin a biyanî ragihand û got, bi Gazpromê re li ser veberhênana li qadên gaza sirûştî û petrolê bi nirxê 40 milyar dolaran rêkeftiname hatiye îmze kirin.
Hat diyarkirin di çarçoveya wê lihevkirinê de, wê ji bo pêşxistina qadên gazê yên li Bakurê Parsê û Kendava Besrayê û temamkirina projeyên LNGyê bi deh milyar dolaran veberhênan bê kirin.
Hêjayî gotinê ye, piştî êrîşên Rûsya yên ser Ukraynayê welatên rojavayî dorpêçên aborî li ser gaz û petrola Rûsyayê sepandibûn û Rûsyayê jî berê xwe dabû Çîn û Îranê ku wekî hevalbendên wê têne zanîn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin