Îranê ji Koreya Basûr xwest 8 milyar dolaran bilez radestî wan bike!
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku şanda danûstankar a Îranê ya li Viyenayê, di hevdîtinên vegera li peymana nukleerî de cî digire, daxwaz Koreya Başûr kir bêyî berçavgirtina encama danûstandinên Vîyenayê perê blokekirî yê Îranê bilez radestî Îranê bike.
Hat diyarkirin ku doh 6ê Çile Cîgirê Wezîrê Derve yê Koreya Başûr Çoy Çong Kan û nûnerê Îranê yê danûstandinên Viyenayê Elî Baqirî civiyane û Baqirî daxwaz li Koreya Başûr kiriye ku bê berçavgirtina encama danûstandinên Viyenayê, perê blokbûyî radestî Îranê bike.
Îranê îdia dike ku Koreya Başûr bi nirxê nêzî 8 milyar Dolar deyndarê nefta Îranê ye û dixwaze Koreya Başûr wî pereyî bide.
Herwiha li gorî ajansa fermî ya Îranê IRNAyê, Elî Baqirî ji şanda Koreya Başûr re gotiye, nedana perê Îranê neyasayî ye û ti hincetek serast bo nedana wî pereyî nîne û ew xalek reş di pêwendiyên wan du welatane de ye û divê bi lezgînî wî pereyî bidin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin