Koreya Basûr | Pistî tî rêveberiya leskerî, wezîrê berevaniyê lêborîn xwest û îstifa kir

04 December 2024 15:47 0 dîtin
Koreya Basûr | Pistî tî rêveberiya leskerî, wezîrê berevaniyê lêborîn xwest û îstifa kir

PeyamaKurd – Piştî hewla derbeya leşkerî ya li Koreya Başûr, wezîrê berevaniyê lêborîn xwest û îstifa xwe ragihand. Welatiyên ji bo îstifakirina Yoon li Seûla paytext dimeşin û nobedê digirin, daxwaz dikin ku serokê “dîn” zû ji erka xwe bê bidûrxistin.

Li Koreya Başûr “rojeke hêrsê” heye piştî ku Serok Yoon Suk Yeol bi şev ji nişka ve hikûmê leşkerî ragihand û di nav çend saetan de li ber berxwedanê ew betal kir. Piştî ku 6 partiyên mixalîf ên li meclîsê ji bo betalkirina hikûmê leşkerî Yoon pêşnûme kirin û sendîkayan heta ku Yoon dev ji erka xwe berde, dest bi greva giştî kirin, Wezîrê Parastinê Kim Yong Hyun jî ji ber zextan da û îstifa kir.

“Kesê ku ji bo Yoon pêşniyaz kir hikûmê leşkerî ragihîne”

Wezîrê Berevaniyê Kim ku li gorî medyayê ew kesê ku şîret li Yoon kiriye ku hikûmê leşkerî îlan bike, ragihand ku ew lêborîna xwe ji welatiyan dixwaze û îstifa xwe pêşkêşî serokomar kir. Wî got, “Berî her tiştî, ez ji tevlihevî û nîgeraniya giştî ya di derbarê hikûmê leşkerî de pir poşman im, û ez bi tevahî berpirsiyariya wê radigirim.”

“Ji bo parastina xwe û ya jina xwe”

Welatiyên Koreya Başûr ku ji dema ragihandina hikûmê leşkerî ve kolan tijî kirine, îro ji meydana navendî ya li Seûla paytext heta parlementoyê meşiyan û daxwaza îstifa û cezakirina serokkomar kirin. Xwepêşanderan al û pankartên bi sloganên curbecur vekirin, mûm di destên xwe de gerandin û sirûda netewî ya Koreya Başûr gotin.

Jina ciwan a bi navê Shin So-yeon ji AFPyê re got ku “Wî derbeyeke xwebexş kir da ku xwe û jina xwe biparêze.” 

 

“Weke ku ji pirtûkeke dersê ya dîrokê pekiyabe”

Park Su-hyung (39) bal kişand ser serdema derbeyên leşkerî û dîktatoriyên leşkerî yên bi piştgirîya DYEyê û wiha got: “Ev wekî tiştek ji pirtûkeke dîrokê bû. Heke em Yoon demeke dirêjtir li ser kar bihêlin, dê demokrasiya me têk bibe.”