Koreya Bakur bertekek tund sanî rahênana leskerî ya Koreya Basûr û DYAyê da
PeyamaKurd – Koreya Bakur ji ber rahênana leşkerî ya hevpar a navbera Koreya Başûr û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) bertekeke tund nîşan da û bal kişand ser xurtkirina kapasîteya leşkerî ya Pyongyangê ya li hember hêzên dijmin.
Berteka Koreya Bakur ji aliyê Kim Yo-jonga xwişka Serokê Koreya Bakur Kim Jong-un hat. Yo-jonga di heman demê de berpirseke payebilind a Komîteya Navendî ya Partiya Karkerên Koreya Bakur e.
Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Navendî ya Koreya Bakur (KCNA), Kim Yo-jong got: “DYAyê îsal, li gel xulamên xwe ji 80yî û Koreya Başûr jî ji 60î zêdetir rahênanên leşkerî pêk anîne.”
Kim Yo-jong bertek nîşanî rahêhana leşkerî ya hevpar a navbera Koreya Başûr û DYAyê da û diyar kir ku ev rewş nîşan dide ku “sûcdarên sereke” yên ku li herêmê dibin sedema aloziyan kî ne.
Kim Yo-jong diyar kir ku ji bo parastina serwerî, ewlelehî û aştiya Koreya Bakur ew ê kapasîteya xwe ya leşkerî zêdetir bikin û tu kes nikare biryardariya Koreya Bakur bişkêne.
Di daxuyaniyê de ji Koreya Başûr û DYAyê hat xwestin ku tavilê rahênana leşkerî ya ku didome bi dawî bikin.
Koreya Başûr û DYA, ji bo bihêzkirina kapasîteya xwe ya li hember gefên leşkerî yên Koreya Bakur, di 12ê Avrêlê de bi beşdariya nêzîkî 100 firokeyên şer dest bi rahênana hêzên asmanî ya 2 heftiyan kiribûn.
Duh Koreya Bakur ragihandibû ku DYA û Koreya Başûr di vê rahênana ku tê de gelek mûşekavêj hatine bikaranîn de li gorî senaryoyê li dijî hedefên dijminan hêrişeke nukleerî pêk hanîne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin