Rûsyayê bertekek tund sanî biryara DYA ya alîkariya ji Ûkraynayê re da
PeyamaKurd - Berdevka Wezareta Derve ya Rûsyayê Maria Zakharova diyar kir ku eşkere ye ku Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) dixwaze “heta Ûkraynayiyê herî dawî jî nemîne" şer bidomîne.
Maria Zakharova got ku ev yek nîşan dide ku DYA pir kûrtir tevlî nav şerek hevbendî yê li dijî Moskowê ku wê di heman asta rûreşiyê ya wek şerên Viyetnam an jî Afganîstanê encam bide.
Encumena Nûneran a DYAyê roja Şemiyê, tevî nerazîbûnên tund ên hin Komarparêzên rastgir ên tund, bi piştgirîya her du partîyan pakêtek yasayî ya alîkariyê ku 95 mîlyar dolar alîkarî ji Ûkrayna, Îsraîl û Taywanê re dabîn dike pejirand.
Di vê pakêta alîkariyê ya 95 milyar dolarî de alîkariya herî zêde 61 milyar dolar ji Ûkraynayê re hate dayîn.
Maria Zakharova diyar kir ku aşkere ye DYA dixwaze Heta "Ûkraynayiyê dawî jî nemîne", li Ûkraynayê şer bidomîne.
Zakharova got: "Wê encama berew kûrtir tevlîbûna şerê hîbrît ê li dijî Rûsyayê ya Washingtonê, wê bibe wek fiyaskoyên rûreşker ên mîna Viyetnam û Afganistanê."
Maria Zakharova destnîşan kir ku wê Rûsya bersiveke biryardar bide vê hewla DYA ya berew kûrtir tevlîbûna şerê li Ûkraynayê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin