Serokê CHPê bertekek tund ji biryara Zeydan re nîsan da û bang li Erdogan kir
PeyamaKurd – Serokê Partiya Komarî ya Gel (CHP) Ozgur Ozel, bertek ji biryara Desteya Hilbijartinan a Wanê re nîşan da ku mazbataya seroktiya şaredariyê li şûna şaredarê hilbijartî yê DEM Partiyê Abdullah Zeydan da namzedê AK Partiyê Abdulahat Arvas.
Ozgur Ozel, standina şaredariyê ji Abdullah Zeydan wekî kemîneke ji aliyê deshilatdariyê ve li ber îradeya gel hatiye danîn bi nav kir û bang li Serokê Giştî yê AK Partiyê û Serokomar Recep Tayyip Erdogan kir, ji wê biryara danîna kemînê û rezaleta ku seroktiya şaredariyê dane namzedê di hilbijartinan de bûye duyem berdin.
Ozel bal kişand ser ku dema ji bo Erdogan digotin, ‘nikare bibe muxtar’ bi pêşengiya CHPê qedexeyên beşdarbûna hilbijartinan ji ser Erdogan hatine rakirin û got, “Hêvî dikim vê lekeya reş û xetayê di serdema nû de dewam nekin. Ji niha ve hişyar dikim. Ger tenezulî tiştekî wiha dikin, hemû gotinên wî yên şeva hilbijartinê gotibû, ew dê rêzê li îradeya gel bigire, hikmê wan namîne.”
Mafê şaredariyê çima ji Zeydan hat standin?
Namzedê DEM Partiyê Abdullah Zeydan piştî radestkirina belgeyên xwe ti pirsgirêka wî ya hiqûqê derneketibû û bi fermî bûbû namzedê şaredariya Wanê yê partiya xwe. Lê belê beriya hilbijartinê bi du rojan roja înê beriya mesaî biqede bi 5 xulekan, ji aliyê dadgehê ve biryarek hatiye derxistin û mafê wî yê ketina hilbijartinê jê hatiye wergirtin. Bêyî ku proseya îtirazê bê kirin jî biryar bo YSKê hatiye ragihandin.
Îro 2yê Nîsanê jî mazbataya seroktiya şaredariyê tevî ku nehatiye hilbijartin jî radestî namzedê AK Partiyê Abdulahat Arvas hate kirin ku xelkê Wanê ji ber vê biryarê nerazîbûna xwe nîşan dide.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin