Serokê CHPê biryara DMMEyê ya Demirtas nirxand
PeyamaKurd - Serokê Giştî yê Partiya Komariya Gel (CHP) Kemal Kiliçdaroglu li ser biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) bo tehlîyekirina Selahattîn Demirtaş axivî.
Kiliçdaroglu got, “Heger em dixwazin welatekî rêzê ji hiqûqê re digire bin, pêwîst e em biryara DMMEyê bicih bînin. Xwezil ev biryar ji aliyê Dadgeha Destûrî ya Tirkiyê ve bihata dayîn.”
DMMEyê doh 20ê Mijdarê Tirkiye bi binpêkirina mafên Demirtaş tawanbar kiribû û biryar derxistibû ku Demirtaş bi hincetên siyasî hatiye girtin û divê demildest ji aliyê dadgehên Tirkiyê ve were serbest berdan.
Serokomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdogan ku di heman demê de serokê AKPê ye, li ser biryara dadgeha Ewropayê gotibû, ew biryar wan girê nade û ew dê bersiva wê pêngavê bidin.
Hiqûqnasên Tirkiye û Ewropayê dibêjin, Tirkiye neçar e biryara DMMEyê bicih bîne, ji ber ku peyman îmze kiriye û heger bicih neyîne jî dibe rastî sizayan were.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin