Serokê Koreya Basûr Yoon ji ber ragihandina qanûna leskerî lêborîn xwest

07 December 2024 12:02 0 dîtin
Serokê Koreya Basûr Yoon ji ber ragihandina qanûna leskerî lêborîn xwest

PeyamaKurd – Di demekê de ku Serokê Koreya Başûr Yoon Suk Yeol ji ber ku şeva 3yê kanûnê ya neçaverêkirî îlankirina qanûna leşkerî lêborîn xwest, wî diyar kir ku wî biryara derbarê xwe de ji partiya desthilatdar re hiştiye berî dengdana ji erk dûrxistinê ku îro dê li parlamentoyê were kirin.

Li gorî ajansa Yonhapê ya Koreya Başûr, Serokê wî welatî, Yoon piştî ragihandina qanûna leşkerî ku bi lez û bez bi dengdana parlamentoyê hat rakirin, yekem car derket pêşberî raya giştî.

Yoon di axaftina de xwe ya li ser televizyonê diyar kir ku ew ji ber fikarên ku îlankirina qanûna leşkerî di raya giştî de peyda kiriye xemgîn e û got, “Ez bi rastî xemgîn im û ji gelê xwe yê ku ji ber vê rewşa neçaverêkirî bi fikar e, lêborînê dixwazim.”

Yoon diyar kir ku wî wek serokê dewletê “bi hesta bêhêvîtiyê” biryara qanûna leşkerî daye û got ku ew fikar û nerehetiya vê biryara ji nişka ve di nav raya giştî de peyda kiriye û ew ê careke din hewldaneke wiha neke.

Yoon bal kişand ser wê yekê ku ew ê bi tevahî berpirsiyariya qanûnî û siyasî ya biryara qanûna leşkerî bigire ser milê xwe û destnîşan kir ku wî biryara di derbarê erka xwe de ji Partiya Desthilatdariya Gel (PPP) re hiştiye ku ew endamê wê ye ku ew ji bo serokkomariyê berbijar kiriy berî dengdana ji erk dûrxistinê ya ku îro dê li meclisa neteweyî bê kirin.