Yoon Suk-yeol wek serokê nû yê Koreya Basûr hat hilbijartin
PeyamaKurd – Berbijarê konservatîf yê oposîzyona Koreya Başûrî Yoon Suk-yeol, wek serokê nû ye Koreya Başûr hat hilbijartin.
Serokê nû yê Koreya Başûr Yoon Suk-yeol ê 60 salî, wê pênc salan seroktiya Koreya Başûr bike ku ekonomiya herî mezin a çaran a Asyayê ye.
Di hilbijartinê de opozîsyona serekî Partîya Hêza Gel, Yoon Suk-yeol bi % 48.6 beramber % 47.7 rêjeya dengan kandîdê Partîya Demokratîk Lee Jae-myung têk bir.
Yoon piştî hilbijartinê diyar kir, ew ê rêzê li qanûna bingehîn û parlamana welêt bigire û bi rikeberîyê re di nava ahengiyê de bixebite.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin