Bazirganiya navbera Kurdistan û Îranê gihîstiye 6 milyar dolaran

20 August 2023 14:18 0 dîtin
Bazirganiya navbera Kurdistan û Îranê gihîstiye 6 milyar dolaran

PeyamaKurd – Hate ragihandin ku qebareya bazirganiya navbera Herêma Kurdistanê û Îranê gihîştiye 6 milyar dolaran û hewl tê dayîn ku hîn zêdetir bibe.

Doh 19ê Tebaxê Korbenda Aborî, Bazirganî û Pîşesazî ya di navbera Herêma Kurdistanê û Îranê de li bajarê Silêmaniyê birêve çû ku di civînan de karsazên her du aliyan zêdetir nêzî hev bûn û derfetên berfirehkirina hevkariyên bazirganî hatin gotûbêj kirin.

Li gorî amaran qebareya bazirganiya di navbera Herêma Kurdistanê û Îranê de salane gihîştiye 6 milyar dolaran û plana berfirehtirkirina wê bazirganiyê tê kirin.

Ji bo vê jî karsazên Herêma Kurdistanê û Îranê danûstendinên bazirganî di navbera xwe de bipêş bixin di nav hewldanan de ne.

Hêjayî gotinê ye, ji bo vê mebestê li Herêma Kurdistanê derfeta guncav ji bo karsaz û veberhênerên Îranî tê pêşkeş kirin da ku werin Herêma Kurdistanê û veberhênanê bikin, peymanên veberhênana hevbeş îmze bikin û bazirganiya xwe bipêş bixin.