Hecma bazirganiya navbera Herêma Kurdistanê û Îranê giha 2 milyar 400 hezar dolarî
PeyamaKurd – Cîgirê serokê Oda Bazirganiyê yê Erbîlê Kamûran Salah ji bo K24ê ragihandiye ku hecma bazirganiya navbera Herêma Kurdistanê û Îranê ji 2 mîlyar dolarî derbas kirine.
Bende ne ku bazirganiya Herêma Kurdistanê û Îranê xwurt bikin û hecma bazirganiyê ya îsal zêdetir bibe. Kamûran Salah gotiye:
“Herêma Kurdistanê xwe dide hev, çandinî zêdetir bûye û berhemên li Kurdistanê tên hilberîn wan difroşin derveyê welat."
Salah, her weha ragihandiye ku îsal heya niha hecma bazirganiya navbera Îranê û Herêma Kurdistanê gihaye 2 milyar û 400 hezar dolarî.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin