Hecma bazirganiya navbera Herêma Kurdistanê û Îtalyayê gihaye 100 milyon dolarî
PeyamaKurd – Wezareta bazirganiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand kû hecma bazirganiya Kurdistanê û Îtalyayê ya salekî gihaye sed milyon dolarî. Wezaret ragihand ku şîrketên Îtalyayê dixwazin li Hewlêrê navendekî mezin ya aboriyê vekin û gotin ku:
“Derfetên kar yên mezin yên li Herêma Kurdistanê hene kirin ku şîrketên Îtalyayê di sehayên cuda de li Kurdistanê xebatê bikin. Di sehayên avakirin, avakirina bingehên aborî, petrol, xaz û weka sehayên gihandinê têkilî bi herêmê re pêşde çûne.”
Li ser mijarê şêwirmendê wezareta bazirganiyê yê danûsitendinan Fethî Muhammed weha got:
“ Têkiliyên bazirganî yên di navbera Îtalya û Herêma Kurdistanê de, di wextekî zû de destpêkiriye. Her dû teref jî dixebitin da têkiliyên aborî û bazirganî pêş bixin û dewam dikin da astengan ji pêşiya xwe rakin. Niha şîrketên Îtalyayê rast e rast di bin serpereştiya hukumeta Îtalyayê de navendekî mezin ya aboriyê û navendekî çandê vekin.”
Serokwezîra Îtalyayê Meloni îro piştî bi serokkomarê Iraqê Latîf Reşîd re û bi serokwezîrê Iraqê bi Muhammed Şiya es-Sudani re hevdîtin kir, çû Herêma Kurdistanê. Li balafirgeha Hewlêrê ji aliyê serokwezîr Mesrûr Barzanî re hat pêşwazîkirin û bi rêvebirên Kurdistanê re hevdîtinan kir.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin