Di navbera Herêma Kurdistanê û Îranê de dergeh hat vekirin

24 July 2023 14:30 0 dîtin
Di navbera Herêma Kurdistanê û Îranê de dergeh hat vekirin

PeyamaKurd- Li gorî nûçeya ku ji aliye Rûdawê ve hat parvekirin, şandên Herêma Kurdistanê û Îranê ku li Haci Omeranê hatin cem hev, li ser vekirina Dergehê Sînorî yê Keleşînê li hev kir.

Di nûçeya navborî de hat destnîşankirin ku parêzgarên Hewlêr û Urmiyê, li ser 20 xalan rêkeftinek kir ku di nav de bipêşxistina pêwendiyên bazirganî û geşepêdana geştiyariyê ye.

Hat diyarkirin ku yek ji van 20 madeyan vekirina dergehekî nû yê sînorî di navbera Herêma Kurdistanê û Rojhilatê Kurdistanê de hatiye pêşbînîkirin. 

Parêzgarê Urmiyê Muhammed Sadik Muitemiyan li ser mijarê got, “Girîngtirîn mijara ku me ligel Herêma Kurdistanê gotûbêj kir, vekirina dergehekî nû yê sînorî di navbera Îran û Herêma Kurdistanê de bû. Me li ser vekirina dergehê sînorî yê Keleşînê ku di demeke kin de li Sîdekanê bê vekirin, li hev kir.”

Parêzgarê Hewlêrê Omîd Xoşnav jî axivî û got, “Peymana ku me destnîşan kir ku ji 20 xalan pêk tê, dê hêzê li peymanên berê zêde bike. Di peymanên ku me berê destnîşan kiribûn de bazirganiya li ser sînorê Haci Omeran-Temercinê ji % 25 zêde bû. Herdu alî jî dê bi vîneke xurt pirsgirêkên karsaz, pîşesazî û gelê herêmê çareser bikin.”

Dergehê Sînor ê Kêleşînê yê ku nû hatiye vekirin li navçeya Sîdekan a girêdayî Rêveberiya Serbixwe ya Soranê ye. 

Ji Rêveberiya Serbixwe ya Soranê Helgurd Şêx Necib ji Rûdawê re got, “Me dest bi çêkirina rêyan kir. Ji bo vekirina dergehî çi pêwîst be em hewil didin. Em ê di demek kin de encamê bigirin."

Di navbera Herêma Kurdistanê û Îranê de 7 dergehên sînorî hene. 3 ji wan fermî û 4 jî nefermî ne. Salane 4 milyar dolar dahatek ji dergehan tê bidestxistin.