Çûnûhatina navbera Herêma Kurdistanê û Îranê hat rawestandin
PeyamaKurd – Ji ber zêdebûna metirsiya belavbûna vîrusa koronayê Wezareta Navxwe ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, çûnûhatina geştiyaran ji sînorên Herêma Kurdistanê yên ligel Îranê rawestand.
Rêveberiya Deriyê Navdewletî yê Perwîzxanê ragihand: “Piştî biryara Wezareta Navxwe ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Binkeya Nişîngeha Perwîzxanê ji aliyê Rêveberiya Nişîngeha Parêzgeha Silêmaniyê ve hate agahdarkirin, ku ji demjimêr 00:00 21ê Sibata 2020 ve hatin û çûna geştyaran ji Iraqê ve bo Îranê û berovajî jî bihê rawestandin.”
Herwiha hat gotin ku welatiyên Iraqî ku li welatê Îranê ne û dixwazin vegerin, dê li binkeya tendirustî ya Perwîzxanê ve pişkinîna vîrûsa Koronayê ji bo wan bê kirin û paşê bi nivîseke fermî Binkeya Nişîngeha Perwîzxanê ji başbûna rewşa wan a tenduristî bê agahdarkirin û piştre dê rê bi wan were dayîn ku vegerin nav axa Iraqê û Herêma Kurdistanê.
Li gor biryara Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê, welatiyên ku bixwazin ji bo çareseriyên pizîşkî, xwendin an jî her karekî din biçin Îranê, rê bi wan nayê dan û hemû cure hatin û çûn di navbera Herêma Kurdistanê û Îranê de hatiye rawestandin.
Di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin ku pêwîst e hikûmet û Rêveberiya Giştî ya Gumrukên Herêma Kurdistanê li ser vê mijarê biryarê bidin.
Wezareta Tendirustiya Îranê roja Pêncşemê ragihandibû ku bi awayekî piştrastkirî 5 kes bi vîrûsa koronayê ketine, ku 4 ji wan li Qumê û yek jî li Erakê ye û du kes ji wan li bajarê Qumê canê xwe ji dest dane.
Herî dawî îro li gorî ragihandina fermî li Îranê 5 kesan ji vîrusa korona can daye û li ser 13 kesên din jî ew vîrus hatiye tesbîtkirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin