Umîd Xosnav: Di navbera Herêma Kurdistanê û Îranê de deriyekî nûh vedibe

03 June 2023 21:10 0 dîtin
Umîd Xosnav: Di navbera Herêma Kurdistanê û Îranê de deriyekî nûh vedibe

PeyamaKurd – Parêzgerê Hewlêrê (Erbil) Umîd Xoşnaw ragihand ku di nav 2 mehan de, di navbera Herêma Kurdistanê û Rojhilatê Kurdistanê de deriyekî nûh vedibe. Heyetekî ku ji çar parêzgerên bajaran, serokên edeyên bazirganî û rêvebirên serbixwe yê dezgeyan pêkdihat, ji bo têkiliyan bi Îranê û Rojhilatê Kurdistanê re deynin, çûbûn Rojhilatê Kurdistanê. Parêzgerê Hewlêrê Ûmîd Xoşnaw di mijarê de ji bo Rûdawê weha gotiye:

“Em destvala danegeriyan. Me ji hevdîtinan encamên baş welgirt. Di navbera du terefan de me peymanekî ku ji 16 xalan pêkdihat îmze kir. 15 sale ku çûnûhata deriyê Hacî Umranê pirsgirêke û me li serê lihev kir. Ji bo çareseriya probleman çêbibe, em ê ji bo 24 seetan ‘masa çarseriyê’ deynin.”

Xoşnaw got ku namzedên Heciyan yên ku ji Rojhilatê Kurdistanê û Îranê dihatin û di ser Kurdistanê de diçûn seredana Kerbela û Necefê, mekanên pîroz ziyaret dikirin û behsa tecruba xwe ya sala berê kir û dewam kir:

“Sala çûyî tecruba me ya ewilî bû, di ser Kurdistanê de di navbera 70-80 hezarî de hecî seyahet kirin. Ji ber guzergâha navborî bikartînin, ji razan, xwarin, gihandin û xerckirinên dinan dahatekî ji boxelkê Kurdistanê çêdibe. Me ji bo 500 hezarî zêdetir kesî amadekariya xwe kiriye.

Xebata me heye ku em di navbera Sîdekan a bi ser Soran û Şîro ya rojhilatê Kurdistanê de deriyekî vekin. Herêma Kurdistanê ji bo vekirina derî hemû amadekariyên xwe kiriye. Komara Îslamî ya Îranê jî di mijarê de ji dil e. Ji ber wê, dê di navbera 2 mehan de wê deriyê sînor ji bo çûnûhatê vebe.”

Xoşnaw ji bo bombebaranên ser sînor jî ragihand ku divê ji hukumraniya Îranê re rêz bêgirtin û ew jî ji bo hukumraniya Herêma Kurdistanê û Iraqê rêz bigre. Li ser mijara ku di hevdîtinên bi Îranê re de, di prptpkolê de ala Kurdistanê tinebûye, Xoşnaw got:

“Me rexneyên xwe ji bo rêvebiriya Îranê bir û aciziya xwe ragihand. Îran got ku li hemberê Herêma Kurdistanê û ala Kurdistanê ti xesasiyetekî wan tineye. Gotin ku tenê ji xetaya protokolê kêmasî peyda bûye.”

Li aliyê dinê ji ber parêzgerê Hewlêrê Ûmîd Xoşnaw bi cil û bergên Kurdî ketiye civîna û li ser singa wî rozeta nexşeya herêma Kurdistanê hebûye, ev tewrê Xoşnaw di medya Îran û Kurdistanê de olan daye.