Di navbera Herêma Kurdistanê û Îngîltere de peymana bazirganî hat îmzakirin

03 September 2024 22:20 0 dîtin
Di navbera Herêma Kurdistanê û Îngîltere de peymana bazirganî hat îmzakirin

PeyamaKurd – Bi serpereştiya serokê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û balyozê Îngîltere yê Hewlêrê Andrew Bizley, di navbera Herêma Kurdistanê û Îngîltere de peymana bazirganî hat îmzakirin.

Li gor ragihandina serokatiya Herêma Kurdistanê; di 3yê Êlûnê de serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, komsêrê qralê Îngîltere yê ji bazirganiya Rojhilata Navîn û Pakistanê berpirs Oliver Christian û heyeta wî qebûl kir.

Di hevdîtinê de li ser bazirganiyê, veberhênanê û hin sehayên dinan axifîn. Serokwezîr Barzanî ji ber desteka Îngîltere ya ji bo Herêma Kurdistanê sipasiya Îngîltere kir û daxwaza xwe ya ji bo pêşdebirina têkiliyên di sehayên cuda de ragihand.

Komiser Oliver Christian jî balê kişand ser girîngiya erdnîgariya Kurdistanê û got ev rewş dikare derfetan bide pêşdebirina têkiliyên navbera her dû terefan.

Piştî van axaftinan, di bin serpereştiya serokwezîr Mesrûr Barzanî û balyozê Erbîlê yê Îngîltere de peymana navbera Kurdistanê û Îngîltere ya di seha çandiniyê, tendursitiyê, teknolojiyê û hinek sehayên din de hat îmzakirin.