Îranê 5 girtiyên Amerîkî serbest berdan, blokeya ser 6 milyar dolaran rabû!
PeyamaKurd – Hate ragihandin ku Îran di çarçoveya pevguhertina girtiyan û destûrdana 6milyar dolarên Îranê yên li Koreya Başûr, wê 5 girtiyên Amerîkî serbest berde. Piştî vê daxuyaniyê Koşka Spî jî ragihand ku 5 welatiyên Amerîkî yên li Îranê girtî bûn hatine berdan.
Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê Nasir Kenanî ragihandibû ku 5 welatiyên Amerîkî yên di girtîgehên Îranê de, wê îro 18ê Îlonê bên berdan û eşkere kiribû, wê du welatî bi daxwaza xwe vegerin Îranê, yek jê diçe cem malbata xwe ya welatekî sêyemîn û du welatî jî dixwazin li Amerîkayê bimînin.
Herwiha Kenanî, dabû xuyakirin ku wê hebûnên pereyên Îronê yên li Koreya Başûr blokekirî ku 6 milyar dolar in jî bên şandin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin