33 girtiyên Filistînî serbest hatin berdan
PeyamaKurd – Di çarçoveya peymana pevguhertina girtiyan a di navbera Hamas û Îsraîlê de 33 girtiyên Filistînî ku 30 jin û 3 zarok di nav wan de ne, ji girtîgehên Îsraîlê hatin berdan, Îsraîlê ragihand, lîsteya navên girtiyên Îsraîlî yên ku tê payîn îro ji Xezzeyê bên berdan, bi dest xistine.
Îsraîl 33 girtiyên Filistînî yên di girtîgehê de li gor peymana bi Hamasê re hatibû kirin serbest berdan.
Girtiyên ku li Şerîeya Rojava dijîn, bi otobusa Rêxistina Xaça Sor a Navneteweyî ji Girtîgeha Leşkerî ya Ofer a Îsraîlê derketin û çûn Rimêlanê.
Leşkerên Îsraîlî bi gaza rondikrêj û guleyên rastî mudaxele li kesên li bajarê Beytunya ji bo pêşwazîkirina girtiyên Filistînî kom bûn kirin.
Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê ragihand, di encama gulebarana leşkerên Îsraîlê de Filistînîyekî jiyana xwe ji dest da.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin