Artêsa Îsraîlê dîmenên hêsîrên serbest hatin berdan parve kir
PeyamaKurd – Artêşa Îsraîlê ragihand ku 2 hêsîrên ku di çarçoveya peymana agirbestê de ji aliyê Hamasê ve hatibûn berdan, ji tîma Xaça Sor hatin wergirtin. Artêşê wêneyên girtiyan belav kirin.
Leşkerên Îsraîlî ji tîmên Xaça Sor sê hêsîrên Îsraîlî wergirtin ku ji aliyê Tûgayên Îzzeddîn el-Qassam, baskê leşkerî yê Hamasê, di çarçoveya qonaxa yekem a agirbestê û peymana pevguhertina girtiyan de hatibûn berdan.
Artêşa Îsraîlê dîmenên radestkirina 3 jinên hêsîr ên bi wesayiteke Xaça Sor radestî leşkerên Îsraîlî kir û di daxuyaniya xwe ya nivîskî de got, "Esîrên ku beriya demekê hatin berdan, bi hêzên Îsraîlê re derbasî xaka Îsraîlê bûn."
Di daxuyaniyê de hat gotin ku hêsîrên serbest ber bi yekem xala pêşwaziyê ya li başûrê Îsraîlê ve diçin û li wir wê ji kontrola bijîşkî ya destpêkê derbas bibin.
Baskê leşkerî yê Hamasê, Tugayên Îzzeddîn el-Qassam, sê jinên Îsraîlî yên hêsîr radestî tîmeke Xaça Sor kirin, di çarçoveya qonaxa yekem a agirbestê û rêkeftina pevguhertina girtiyan ku bi Îsraîlê re hatiye kirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin