Îsraîl: 30 girtiyên Filistînî hatin berdan
PeyamaKurd – Di çarçoveya peymana pevguhertina girtiyan a di navbera Îsraîl û Hamasê de hat kirin, 30 êsîr ku 15 ji wan jin û 15 ji wan zarok bûn, ji girtîgehên Îsraîlê hatin berdan.
Îsraîl 30 girtiyên Filistînî yên di girtîgehê de li gor peymana ku bi Hamasê re hatibû kirin serbest berdan.
Di daxuyaniya nivîskî ya ku îro ji aliyê Komeleya Girtiyên Filistînê ve hat dayîn de hat diyarkirin, wê 30 girtiyên di girtîgehên Îsraîlê de ku 15 jê jin 15 jê zarok in bên berdan.
Di daxuyaniyê de herwiha lîsteyek ji navên girtiyan jî hat eşkerekirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin