Îsraîlê 642 girtiyên filistînî berdan

27 February 2025 11:22 0 dîtin
Îsraîlê 642 girtiyên filistînî berdan

PeyamaKurd- Di koma heftan a pevguhertina girtiyan de, Îsraîlê îro 642 girtiyên filistînê serbest berdan. Hemasê jî cenazeyên 4 girtiyên Îsraîlê radestî Komîtya Navneteweyî ya Xaça Sor kirin.

 Ofîsa Ragihandina Girtiyan a Hemasê ragihand ku di çarçoveya koma heftemîn a ’’peymana Tofana Azad’’ de 642 girtiyan hatin berdan û ev agahî dan "Di nav wan de: 151 girtiyên cezayê heta hetayê û cezayên giran ku bi vî rengî hatin belavkirin: 43 girtî dê ber bi Şerîa Rojava û Quds ve werin berdan, 97  girtî dê ber bi derveyî welat bêne şandin, 11 girtî ji Xezayê ne beriya 7’ê Cotmeha 2023’an ve hatibûn girtin, 445 girtiyên din ji Xezayê piştî 7’ê Cotmehê hatibûn girtin, her wiha 46 girtiyên jin û zarok in."

Ofîsa Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu bi daxuyaniyekê ragihand ku tabûtên çar girtiyên îsraîlî ji Komîteya Xaça Sor Naveteweyî hatin wergirtin. Li gorî Ofîsa Serokwezîrê Îsraîlê, cenazeyên ku wan ji Hemasê wergirtine yên Itzachi Idan, Itzik Al Cerit, Ohad Yahalomi û Shlomo Mensour in.