Îsraîlê zêdetirî 700 navên girtiyên wê bên berdan eskere kir
PeyamaKurd – Îsraîlê di çarçoveya peymana agirbesta Xezzeyê û pevguhertina girtiyan de ku sibe dikeve meriyetê lîsteya 737 kesan eşkere kir.
Îsraîl û Hamasê li Gazzeyê peymana agirbestê û rehîne îmze kirin. Civîna li Dohaya paytexta Qeterê bi saetan dewam kir, welatên navbeynkar Amerîka, Qeter û Misir jî peyman îmze kirin.
Netanyahu kabîneya xwe ji bo dengdanê dicive. Di dema civîna lijneya wezîran de Serokwezîrê Îsraîlê daxuyaniyek da û diyar kir ku tê payîn ku pêvajoya azadkirina rehîneyan 19ê Çile roja Yekşemê destpê bike.
Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Qeterê Mecîd El Ensarî ragihand ku agirbest û pevguhertina girtiyan ku di navbera Îsraîl û Hamasê de li Xezeyê hatiye kirin, wê sibê (19ê Çile) li gorî saeta Tirkiyeyê saet di 09:30 de bikeve meriyetê.
Piştî ku Lijneya Wezîran peymana agirbestê pejirand, Encumena Wezîran bi qasî 3 saetan dereng civiya.
Hikûmeta Îsraîlê ragihand ku agirbest û pevguhertina girtiyan ku bi Hamasê re li Xezzeyê hatiye kirin, ji aliyê lijneya wezîran ve hat qebûlkirin.
Di daxuyaniyê de hate gotin ku ji 19ê Çileyê roja Yekşemê ji bo serbestberdana girtiyan dest bi tetbîqatê dike.
Li gorî medyaya Îsraîlî, tê çaverêkirin ku guhastina yekem roja Yekşemê saet 16:00 destpê bike. Agirbest ji sê qonaxan pêk tê û her yek şeş hefte yan jî 42 rojan berdewam dike. Di qonaxa yekem de tê çaverêkirin ku Hamas 33 dîlan berde.
Wwê pêşî jin û zarok bên berdan û piştre jî mêrên ji 50 salî mezintir bên berdan. Îsraîl jî wê ji bo her jineke rehîn 30 û ji bo her leşkereke jin 50 girtiyên Filistînî radestî wan bike.
Li gorî nûçeya AFPê, Îsraîlê ragihand ku di qonaxa yekemîn de 737 girtiyên Filistînî wê bên berdan.
Li gorî rojnameya Jerusalem Post, Zakariya Zubeydî, fermandarê berê yê Tugayên Şehîdên El-Eqsayê yên girêdayî Fetih li Cenînê, di nav kesên ku hatine berdan de ye. Zubeydî yek ji girtiyên ku di sala 2021an de ji Girtîgeha Gilboa reviya bû.
Kesekî din ê ku tê berdan Mahmûd Atallah e ku ji ber kuştina jineke Filistînî ku bi hevkariya Îsraîlê tê sûcdarkirin, bi cezayê heta hetayî û 15 sal cezayê girtîgehê hat mehkûmkirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin