1,7 milyar dolar perê Îranê serbest berdan

07 October 2023 17:53 0 dîtin
1,7 milyar dolar perê Îranê serbest berdan

PeyamaKurd – Banka Navendî ya Îranê ragihand ku di sala 2012an de Dadgeha Bilind ya Luksembûrgê li ser giliyên hinek hemwelatiyên Amerîkayê, perê ku aîdê Îranê bûn û bloke kiribûn, perê bi miqdarê 1,7 milyar dolarî serbest berdan.

Biryar ji terefê Luksembûrgê de hat dayîn. Îtîraza hemwelatiyan û ya dewleta Îranê bi serbest berdana pere encam da.

Di 11ê Êlûna sala 2001an de di êrîşên terorî yên Washingtonê de, di doza ku li Amerîkayê vekiribûn de biryar hebû ku dest deynin ser 7 milyar dolarê Amerîkayê.

Malbatên ku di êrîşên terorê de mirovên xwe wenda kiribûn,daxwaz kiribûn ku dest deynin ser heyiyên Îranê yên li Awrûpayê û li Luksembûrgê doz vekiribûn.

Komîsyon biryarê dabû ku tekiliya Îranê bi êrîşan tine û lewra ew pere serbest hat berdan.