Erebîstana Siûdî, 5 milyar dolaran disîne Tirkiyeyê

08 December 2022 17:30 0 dîtin
Erebîstana Siûdî, 5 milyar dolaran disîne Tirkiyeyê

PeyamaKurd- Ji aliyê Wezareta Darayî ya Erebîstana Siûdî ve hat ragihandin ku wan ligel rayedarên Tirkiyeyê li ser hin peymanan li hev kirine û da zanîn ku ew ê di vê çarçoveyê de 5 milyar dolaran bişînin Tirkiyeyê.

Di daxuyaniya ku ji aliyê Wezîrê Darayî yê Erebîstana Siûdî Mihemed Bin Abdullah Cedan ve hat dayîn de li ser pêwendiyên navbera Tirkiye û Erebîstana Siûdî nirxandin hatin kirin.

Cedan di daxuyaniyê de bal kişand ser pêwendiyên aborî yên navbera herdu welatan û got,

“Me biryar da ku em 5 milyar dolaran bişînin Tirkiyeyê. Me li ser peymanê, li hev kir. Ez dikarim bibêjim ku di van çend rojên dawî de em ê bikaribin bigihîjin lihevkirina li ser çend şert û mercên dawî û hin hesabên teknîkî.

Ligel Tirkiyeyê, pêwendiyên me yên gelek baş hene. Ji bo ku ev pêwendî bi demê re hîn baştir bibin, em di nav kar û xebatan de ne. Em ji aliyê razemeniyê ve jî li Tirkiyeyê li derfetan digerin.”