Tirkiyê bi Îmaratê re girêbesta swap a bi qasî 5 milyar dolaran îmze kir

19 January 2022 17:36 0 dîtin
Tirkiyê bi Îmaratê re girêbesta swap a bi qasî 5 milyar dolaran îmze kir

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku di navbera Banka Navendî ya Tirkiyê û Banka Navendî ya Îmaretên Erebî de girêbesta swap (veguhestina diravan) a bi nirxê nêzîkî 5 milyar dolaran hatiye îmzekirin.

Tirkiye ve demek e li derve ji bo dabînkirina dowîz di lêgerînê de bû daku krîza aborî ya heyî sivik bike.

Banka Navendî ya Tirkiyê li ser wê girêbestê ragihandiye ku lihevkirina herdu welatan herwiha nîşaneya zêdekirina hevkariya bazirganî û veberhênanê ya dualî ye.

Serokê Banka Navendî ya Tirkiyê Şahap Kavcioglu gotiye, ev girêbest biryardariya pêşxistina pêwendiyên aborî û darayî û bazirganiya navbera herdu welatan e.