Pistî Peymana Astiyê Îsraîl û Îmaratê yekem girêbesta bazirganî îmze kir

16 August 2020 20:37 0 dîtin
Pistî Peymana Astiyê Îsraîl û Îmaratê yekem girêbesta bazirganî îmze kir

PeyamaKurd - Piştî ragihandina Peymana Aştiyê û asayîkirina pêwendiyan di navbera Îmarat û Îsraîlê de, her du welatan yekemîn girêbesta aborî îmze kirin.

Ajansa nûçeyan a Îmaratê ragihandiye, kompaniya Apex a Îmaratê ku kompaniyeke dewletî ya Îmaratê ye, yekemîn rêkeftina stratejîk a taybet bi lêkolînên li ser vîrusa koronayê li gel kompaniya Tera Group a Îsrîalê îmze kir.

Serokê Encûmena Kargêrî ya Kompaniya Apex, Xelîfe Yûsif Xûrî ji ajansa nûçeyan a Îmaratê re ragihandiye, “Ev rêkeftin destpêkekek e bo karê bazirganî û hevbeşiya rasteqîn di nava sektorên kar de li Îmarat û Îsrîalê, ji bo berjewendî û xizmetkirina mirovahiyê, bi rêya lêkolîn û taqîkirinên taybet bi vîrusa Koronayê.”

Hat diyarkirin ku armanca rêkeftina navbera kompaniya Apex a Îmaratî û Tera Group a Îsraîlî ew e ku amûrek bo eşkerekirina tûşbûyên vîrusa Koronayê û berfirehkirin û pêşxistina lêkolînên taybet bi COVID-19 bên berhemanîn.

Her du kompaniyan di civîneke rojnamevanî de li Ebû Zebî ya paytexta Îmaratê ew rêkeftin ragihandin û îmze kirin.

Îmarat û Îsraîlê 13ê Tebaxa 2020 bi pêngaveke dîrokî Peymana Aştiyê û asayîkirina pêwendiyan îmze kiribûn û Îmarart piştî Misir û Urdinê bû sêyemîn welatê erebî ku Îsraîlê bi fermî nas dike.