Pistî peymana astiyê yekemîn sefera Îsraîl-Mexribê hat kirin

22 December 2020 22:02 0 dîtin
Pistî peymana astiyê yekemîn sefera Îsraîl-Mexribê hat kirin

PeyamaKurd – Piştî 12 roj bi ser ragihandina peymana aştiyê ya navbera Îsraîl û Mexrîbê de derbas bûn, yekemîn sefera asmanî ya yekser ji Îsraîlê ber bi Mexribê hat kirin.

Di yekemîn sefera balafirê de, Şêwirmendê Serokê Amerîkayê Jared Kushner ku bixwe zavayê Donald Trump e amadehî kir.

Jared Kushner dema balafir bi rê ket got: “Mexrib û Îsraîl dixwazin xwe nêzî hev bikin. Serokê Amerîkayê Donald Trump hewl da sîyaseteke cuda li Rojhilata Navîn bimeşîne.”

Serokê Amerîkayê Donald Trump 10ê Kanûnê ragihandibû, Mexrib û Îsraîlê peymana aştiyê îmze kirine û wê têkiliyên dîplomatîk û rêwîtiyên asmanî yên navbera her du welatan de dest pê bikin.

Beriya Mexrîbê welatên erebî Îmarat, Behreyn û Sûdanê peymanên aştiyê yên asayîkirina pêwendiyan bi Îsraîlê îmze kiribûn.