Cezayên Amerîkayê hist ku girêbesta 1.5 milyar dolar a ligel Tirkiyê bê hilwesandin
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku Pakistanê, girêbesta sala 2018an a ji bo kirîna helîkopteran a bi bihayê yek milyar û 500 milyon dolaran a ligel Tirkiye îmze kiribû, hilweşand.
Wekî sedema vê biryarê jî cezayên ku Amerîkayê ji ber S-400ên rûsî bi ser Tirkiyê de sepandine hatiye nîşandan ku motorên wan helîkopteran ji kompaniyeke Amerîkî-Brîtanî ji Tirkiyê re dihatin şandin.
Artêşa Pakistanê ragihand, wan girêbesta kirîna helîkopterên T129 ATAK hilweşandiye. Berdevkê Artêşa Pakistanê General Babar Îftihar got: “Me bi Tirkiyê re girêbesta kirîna helîkopterên T129 ATAK hilweşand. Me niha bo kirîna helîkopterên bi çek, li gel Çînê dest bi gotûbêjan kiriye. Ez hêvî dikim em ê ji Çînê helîkopterên bi çek bikirin.”
Li gorî girêbesta di navbera Pakistan û Tirkiyê de diviyabû Tirkiye 30 helîkopterên T129 ATAK radestî Pakistanê bike, lê ji ber motorên helîkopteran ji aliyê kompanyaya Brîtanî Rolls-Royce û Amerîkî Honeywell ku şîrîkên hev in dihat çêkirin û rêveberiya Donald Trump ji ber cezayên S-400an rê neda motor bo Tirkiyê bên radestkirin û Tirkiyê jî nikaribû çêkirina helîkopteran temam bike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin