Sahnisînê Îmaratê serdana Tirkiyê dike û bi Erdogan re dicive
PeyamaKurd - Hat ragihandin ku sibe 24ê Mijdarê Şahnişînê Îmaratê Şêx Mihemed Bîn Zeyd El Nahyan serdana Tirkiyê dike û bi serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan re dicive.
Li gorî zanyariyan Şahnişînê Îmaratê û Cîgirê Fermandarê Bilind ê Hêzên Çekdarên Îmaratê Şêx Mihemed Bîn Zeyd El Nahyan di çarçoveya destpêkirina serdemeke nû ya hevkariya aborî û siyasî ya di navbera her du welatan de, di 24ê Mijdarê de serdana Tirkiyê dike.
Mihemmed bîn Zeyd al Nahyan wê li Tirkiyê bi Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan re hevdîtinekê bike ku ev hevdîtin ji Sibata 2012an ve yekemîn hevdîtina rûbirû ye.
Hat zanîn ku di ajanda Bin Zayed de di serî de tekiliyên aborî û gelek mijarên din hene ku mebest têkiliyên di dema borî de xera bûne sererast bikin û çalakiyên aborî zêde bikin.
Herwiha hatiye diyarkirin ku di demeke ku Tirkiye ber bi krîzeke kûr a aborî ve diçe de, Îmarat amade ye 10 milyar dolaran ji bo veberhênanên xwe yên li Tirkiyê xerc bike.
Dîsa tê diyarkirin ku Îmarat dixwaze bi korîdora di ser Îranê re derbas dibe re rêya bazirganiyê ji Tirkiyeyê re veke.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin