Colanî serdana Tirkiyê dike: Me li ser YPGê soz da…

04 February 2025 11:52 0 dîtin
Colanî serdana Tirkiyê dike: Me li ser YPGê soz da…

PeyamaKurd – Serokomarê Sûriyê yê Demkî Ehmed El Şara (Colanî) li ser vexwendina Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan îro wê bi serdaneke fermî serdana Enqerê bike.

Colanî di çarçoveya qonaxa duyemîn a gera xwe ya dîplomasiya herêmî de îro tê Tirkiyeyê.

Midûrê Ragihandinê yê Tirkiyeyê Fahrettin Altun li ser hesabê xwe yê medyaya civakî derbarê ziyareta Ahmed Eş-Şara ya ku bê kirin de daxuyanî da.

Altun, di çarçoveya ziyareta ku li ser vexwendina Erdogan hat kirin de got, di hevdîtinên ku li Kulliyeya Serokomariyê bên kirin de geşedanên dawî yên li Sûriyeyê ji hemû aliyan ve bên nirxandin. Wî diyar kir ku gavên hevpar ên her du welatan ji bo vejandina aborî, îstiqrara domdar û ewlehiya welêt wê bên nirxandin.

"Me di derbarê YPGê de soz da Tirkiyê"

Şara ku li ser vexwendina Erdogan wê serdana Enqereyê bike, beriya serdanê daxuyanî da.

Colanî got, "Me soz da Tirkiyê ku YPG li Sûriyê nebe."

Colanî doh di yekem serdana xwe ya derve de piştî rûxandina Beşar Esed meha borî çûbû Erebistana Siûdî.