Wezîrê Fransayê serdana Tirkiyê dike: Mijara YPGê tê ser masê

12 June 2019 16:25 0 dîtin
Wezîrê Fransayê serdana Tirkiyê dike: Mijara YPGê tê ser masê

PeyamaKurd – Wezareta Derve ya Tirkiyê ragihandin ku Wezîrê Derve yê Fransayê Jean-Yves Le Drian sibe 13ê Hezîranê serdana Enqerê dike û bi hemkarê xwe Mevlut Çavuşoglu re dicive.

Li gor daxuyaniya wezaretê dê mijarên wekî; pêwendiyên dualî, babetên rojevê yên herêmî û navdewletî û proseya endamtiya Tirkiyê ya bo Yekîtiya Ewropayê (YE) di hevdîtinan de werin gotûbêjkirin.

Herwiha hat ragihandin ku dê di hevdîtinan de bi taybet mijara Sûriyê û aciziya Tirkiyê bo hevkariya Fransayê bo YPG/HSDê jî were axaftin ku Fransa bi berdewamî piştgiriya xwe bo hêzên Kurd li Sûriyê didomîne.

Li aliyê din ev serdan di demekê de pêk tê ku li ser avakirina herêma ewle li Sûriyê hîn danûstandinên Amerîka bi aliyan re berdewam dikin.