El Iraqiye: Ziyana serê PKK-Tirkiyê gihîst 6 milyar dolaran
PeyamaKurd – Televizyona El Iraqiye, derbarê şerê Tirkiye û PKKê ku di nav erda Herêma Kurdistanê de berdewam dike, nûçeyeke belav kir ku tê de hatiye gotin, ziyana wî şerî li ser herêmê gihîştiye 6 milyar dolaran.
Li gorî nûçeyê, di operasyonên artêşa Tirkiyê de li Herêma Kurdistanê û derixstina agir ji aliyê çekdarên PKKê ve ziyaneke mezin gihîştiye erd û zeviyên li herêma şer a Kurdistanê ku ziyan gihîştiye bi qasî 6 milyar dolaran.
Herwiha hatiye diyarkirin, gelek welatiyên Kurd ji ber şer neçarî koçberbûnê ji cih û warên xwe bûne û tê gotin, herî dawî zêdetirî 300 malbatên Kurd ji gund û warên xwe koçber bûne û çûne navçeya Zaxoyê bicih bûne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin