Girtiyên li Efrîn, Serêkaniyê û Girêspî bo girtîgehên Tirkiyê têne sandin
PeyamaKurd – Hate ragihandin ku herî dawî 10 girtîyên di girtîgeha Dijeterorê ya bajarê Girêspî yê Rojavayê Kurdistanê ku ji sala 2019an ve hatiye dagirkirin, bo girtîgeheke bajarê Riha ya Bakurê Kurdistanê hatine veguhestin.
Çavkaniyên herêmî dane xuyakirin ku 27ê Kanûnê hêzên Tirkiyeyê bi piştevaniya komên çekdar piştevaniya wan dike, 10 girtiyên ku di nav wan de 3 jin hene ji girtîgha Dijeterorê ya Girêspî veguhestine girtîgeheke bajarê Rihayê.
Hate diyarkirin ku ew her 10 girtî 10ê Tebaxê dema xwestine derbasî aliyê Bakurê Kurdistanê bibin li gundê el-Munbetihê yê Girêspî hatine girtin.
Polîsê Leşkerî yê Girêspî ku girêdayî Tirkiyê ye, daye zanîn ku di meha Kanûnê de 6 car in ku hêzên Tirkiyeyê girtiyan ji Efrîn, Girêspî û Serê Kaniyê dişînin girtîgehên Tirkiyeyê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin