Rapora NY: Li Efrîn û Serêkaniyê revandin, îskence û destdirêjiya ser Kurdan didome
PeyamaKurd - Komîteye Neteweyên Yekbûyî ya taybet a lêkolînên li ser rewşa Sûrîyê di rapora xwe ya dawî de bal kişand ser kiryarên komên çekdar ên girêdayî Tirkiyê û diyar kir, li bajarên Efrîn û Serêkaniyê yên Rojavayê Kurdistanê revandin, îşkencekirin û destdirêjiya li ser welatiyên kurd berdewam dike.
Komîteya Neteweyên Yekbûyî di 24emîn rapora xwe de behsa kiryarên komên çekdar ên opozisyona Sûriyê li Efrîn û Serêkaniyê û hinek mijarên din kir.
Seroka Komîteya Neteweyên Yekbûyî Bo Lêkolînên Rewşa Sûriyê Karîn Abû Zeyd got: “Artêşa Sûriya Azad, li vê navçeyê, bi awayekî ne yasayî xelkên sivîl ji azadiyê bê beş dike, bi taybetî kesên Kurd. Hejmareke rewşên dokumentkirî yên îşkencekirina xelkê hatine tomar kirin di nav wan de jî bikaranîna tundûtijiya seksî di dema desteserkirinê de."
Di rapora Komîteya Neteweyên Yekbûyî de hatiye gotin, ewlehiya hejmareke navçeyên di jêr kontrola HSDê de ji ber gefên DAIŞê û Tirkiyê û xwepêşandanan xirab bûye.
Li ser kampên li Rojavayê Kurdistanê jî di raporê de hatiye diyarkirin, ji sala 2019an ve 5 hezar zarok û xortên Sûrî û nêzîkî bi hezarên zarokên din yên biyanî ji kampan hatine azad kirin, lê hejmareke zêde ya wan zarokên biyanî ku temenê wan di jêr 12 salan in, heta niha di wan kampan de mane û welatên wan ne amade ne wan werbigirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin