Li Efrînê 2 kes hatin girtin, 2 jî hatin îskence kirin û revandin
PeyamaKurd – Ha ragihandin ku l gundê Qirzîhil ê navçeya Şêrewa ya Efrînê, polîsên leşkerî yên girêdayî Tirkiyê 2 kes bi tohmeta pêwendiya ligel Rêveberiyta Xweser girtin û herwiha li nav bajarê Efrînê jî polîsê leşkerî bav û kurê wî ji ber redkirina dayîna bacê îşkence kirin.
Çavkaniyên dane xuyakirin ku li gundê Qirzîhil ê navçeya Şêrewe ya Efrînê, polîsên leşkerê yên girêdayî Tirkiyê 2 kesên ku bi tohmeta pêwendiya wan bi Rêveberiyta Xweser heye girtine.
Dîsa li navenda bajarê Efrînê jî polîsê leşkerî, kur û bavek bi hinceta redkirina dayîna bacê girtine û ew îşkence kirine. Hat diyarkirin kur û bav revandine birine cihekî nediyar ku niha çarenivîsa wan nayê zanîn.
Du roj berê jî li gundên Nisriye û Rimadiye yên navçeya Cindirêsê polîsê leşkerî 4 welatiyên Kurd bi tohmeta pêwendiya wan bi Rêveberiya Xweser re heye girtibûn û ji bo berdana wan jî fîdye hatibû xwestin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin