Li Efrînê 2 jinên Kurd ji ber ku berê perwerdeya Kurdî dabûn hatin girtin

09 November 2021 22:01 0 dîtin
Li Efrînê 2 jinên Kurd ji ber ku berê perwerdeya Kurdî dabûn hatin girtin

PeyamaKurd – Çekdarên bi ser artêşa Tirkiyê ve yên bi navê polîsê sivîl, li navçeya Raco ya Efrînê du jinên xwedî zarok bi hinceta ku berê perwerdeya Kurdî dane girtin.

 Li gorî ragihandina çavkaniyên herêmê, çekdaran bi ser gundê Etmana yê navçeya Racoyê ya Efrînê de girt û Hêvîn Ehmed û Cîhan Mihemed Elî Qere Hiso bi hinceta ku beriya Efrîn were dagirkirin, bi zimanê kurdî perwerde dane, ew bi xwe re birin.

Hat zanîn ku her du jin jî zewicî ne û zarokên wan hene.

Çavkaniyan daye zanîn ku çekdaran her du jin birine girtîgeha Meratê ya li navenda bajarê Efrînê. Piştre yek ji wan jinan Cîhan Mihemed Elî piştî ku malbata wê hezar û 500 lîreyên Tirkî daye hatiye berdan, lê çarenivîsa Hêvîn Ehmed hîn ne diyar e.