2 jinên Kurd ên 45 sal berê ji aliyê rejîma Beas ve hatibûn revandin vegeriyan nav malbata xwe
PeyamaKurd – Hate ragihandin ku du 2 keçên Duhokî ku di sala 1979an de ji aliyê rejîma berê ya Iraqê ve hatibûn revandin û li Sûriyê hatibûn firotin, piştî 45 salan vegeriyan nav malbata xwe.
Birayê herdu jinên ku ji aliyê rejîma berê ya Iraqê ve hatibûn revandin, Mesûd Xalid Koçer, di civîneke rojnamevanî de got: “Di sala 1976an de bavê min Xalid Koçer Pêşmerge bû, rejîma Beasê her tim zext li wî dikir ku xwe radest bike û ji Pêşmergeyatiyê derkeve. Piştre rejîma Beasê dayik, bira û xizmên bavê min girtin û birin girtîgehê û tenê armanca wan ew bû ku bavê min xwe radest bike.”
Koçer diyar kir: “Ev karesata ku bi serê me de hatiye, bi serê xizmên hemû Pêşmergeyên şoreşên Gulan û Îlonê de hatiye û ev karesat ji Enfalê ne kêmtir e.”
Birayê herdu jinên Kurd destnîşan kir: “Di sala 1979an de du xwişkên min ji aliyê rejîma berê ya Iraqê ve hatin revandin û li Sûriyeyê hatin firotin. Dema xwişkên min hatibûn revandin, yek 4 salî û ya din 6 salî bû.”
Koçar da zanîn: “Piştî ku xwişkên min li Sûriyeyê hatin firotin, yek ji wan di sala 1999an de û ya din jî di sala 2011an de çûn Almanyayê. Herdu xwişkên min zewicî ne û her du zavayên min jî kurdên ji Rojavayê Kurdistanê ne.”
Birayê herdu xwişkan got: “Li Almanyayê testa DNAyê nîşan da ku ew her du jî, xwişkên min in û em ji vê yekê agahdar bûn. Xweşbextane piştî 45 salan hatin cem malbata me.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin