Li Diyarbekirê Kurdên ji AKPê dûr ketine berê xwe dane kîjan aliyê siyasî?

19 April 2023 20:40 0 dîtin
Li Diyarbekirê Kurdên ji AKPê dûr ketine berê xwe dane kîjan aliyê siyasî?

PeyamaKurd – Tenê 25 roj ji hilbijartinên 14ê Gulanê yên Tirkiyeyê re mane û çavê gelek kesan li belavbûna rêjeya dengan a li Bakurê Kurdistanê ye.

Li gorî nirxandinan, tê çavdêrîkirin ku dûrketina ji AKPê zêde bûye û behsa wê yekê tê kirin ku li Diyarbekirê CHP parlamenterekî bikare derxe.

Beşeke mezin a hêza AKPê derbasî CHPê bûye

Di encama hilbijartinên 14ê Gulanê de, wê ji Diyarbekirê 12 parlamenter biçin parlamentoyê ku niha hevrikiyeke mezin di navbera partiyan de dest pê kiriye. Di hilbijartinên 2018an de HDPê 8 parlamenter, AKPê 3 parlamenter derxistibûn û CHPê jî bi rêjeya sedî 7ê dengan ji Diyarbekirê parlamenter dernexistibû.

Li gorî medya muxalîf a Tirk di vê hilbijartinê de, rengê dengên Diyarbekirê diyar dibe û Partiya Kesk a Çep û CHP derdikevin pêş.

Pispor dibêjin, li Diyarbekirê hilbijartinên herî balkêş ên çend salên dawî dê pêk werin û herwiha hêza ku AKPê ji dest daye jî bi rêyeke girîng derbasî CHPê dibe ku îhtimal heye CHP parlamenteran bişîna parlamentoyê.

Bendewariyên Kurdan çi ne?

Li gorî lêkolînên civakî, daxwaziyên Kurdên ku dibe dengên xwe bidin namzedê Tifaqa Milet ê serokomariyê Kemal Kilicdaroglu wiha ne: beşdarkirina Kurdan bo nav hikûmeta navendî, zêdekirina mafên siyasî, reforma bo zimanê dayikê û li derveyî sînoran helwesteke dostane.