Wezîrê berê yê ji Diyarbekirê di hawizê avê de mirî hat dîtin
PeyamaKurd – Wezîrê berê yê Çandinî û Ajalvaniyê yê Tirkiyeyê Kudbettîn Arzu ku ji bo betlaneyê çûbû lojnamên Parlamentoya Tirkiyê yên li bajarê Yalova navçeya Termalê, di nav hawizê avê de mirî hate dîtin.
Piştî ku Kudbettîn Arzu di nav hawizê de tê dîtin, tîmên 112 têne agahdarkirin û tê tespîtkirin ku Arzu jiyana xwe ji dest daye. Tê gotin, dibe ku di nav avê de qeyrana dil derbas kiribe. Piştî otopsiyê dê sedema mirina Arzu diyar bibe.
Kudbettîn Arzu sala 1955an (68 salî) li Diyarbekir a bakurê Kurdistanê ji dayik bûye û bavê 4 zarokan e, sala 2015an jî di hikûmeta AK Partiyê de Wezîrtiya Wezareta Çandinî û Ajalvaniyê kiriye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin