Israil: Tirkiye li hemberê Kurdên Sûriyê grûbên cîhadî destek dike

17 December 2024 23:00 0 dîtin
Israil: Tirkiye li hemberê Kurdên Sûriyê grûbên cîhadî destek dike

PeyamaKurd – Wezîrê karên derve yê Îsraîlê ragihand ku dewleta Tirkiyê li hemeberê Kurdên Rojava destekê dide grûbên cîhadî û Tirkiye ew dewlete ku karibe di mijara îşxala Sûriyê de herî dawî biaxife an qet neaxife.

Wezareta karên derve ya Îsraîlê li ser daxwuyaniya wezareta karên derve ya Tirkiyê bi nivîskî daxwuyanî da. Îsraîl îdîayên Tirkiyê red kir û balê kişand ser herekên an ku êrîşên Tirkiyê yên ku di salên 2016, 2018 û 2019an de kiriye ser Rojhilat û bakûrê Sûriyê û deverên ku Kurd lê dijîn. Wezaret, êrîşên Tirkiyê îşxal û wekî tecawizê bi nav kir. Wezaret karên derve ya Îsraîlê weha got:

“Tirkiye ji xwe re grûbên çekdar yên wekî Artêşa netewî ya Sûriyê (SMO), di bin siya xwe de, deverên wekîl ji bo xwe çêkiriye. Niha %15 axa Sûriyê di bin îşxala hêzên Tirkiyê de ye. Li deverên navborî perê Tirk tê bikaranîn, beşên bankayên Tirkiyê li wan deveran hene û xizmetên postayê tên kirin.

Artêşa Tirkiyê balafir û IHAyan bikartîne û deverên otonom yên bakûrê Sûriyê bi taybetî avahiyên bingehîn bombe dike. Tirkiye li Sûriyê li hemberê Kurdan grûbên cîhadî detek dike. Tirkiye dewleta herî dawiye ku di mijara îşxala Sûriyê de biaxife. %15ê Sûriyê di bin hîmaya grûbên wekîlên yên Tirkiyê de ye. Ti sedem tine ku êrîşkeriya Tirkiyê ya li ser Kurdên Sûriyê dewam bike.”