Lavrov: Em û Tirkiye bo Kurdên Sûriyê ne weka hev difikirin

24 February 2019 19:24 0 dîtin
Lavrov: Em û Tirkiye bo Kurdên Sûriyê ne weka hev difikirin

PeyamaKurd- Wezîrê karên derve yê Rûsyayê Lavrov di dema seredana bo Vîtenam û Çînê de, bi televîzyonên Phonenixê re hevpeyvîn kir di hevpeyvîna xwe de got ku ew bo ser sînorê Tirkiyê dikarin yekîneyên leşkerî yên polîsan bi cîh bikin. Di mijara sînor de bo Tirkiyê jî weha got:

“Bi Tirkiyê de, di mijara tevgerên Kurdên Sûriyê de fikrên me ji hev cuda ne.”

Lavrov got ku ew bo sînor daxwazên her dû aliyan yên Tirkiyê û Sûriyê didin ber çav û tevdigerin. Di mijara peymana Adanayê de Lavrov behsa peymanê û her dû aliyan kir û got:

“Di sala 1998an de, di navbera Tirkiye û Sûriyê de mijara avakirina hêrêma tampon hatibû axaftin û peymanek hatibû îmzekirin. Peyman di derbarê hevkariya rakirina tehdîda terorê ya li ser sînor bû û rê dida Tirkiyê di hinek deverên sînor de xebatê bike. Niha leşker tewrê Şamê didin ber çav û li serê dixebitin da şeklê dawiyê bidin herêma tampon.”

Di mijara herêma tampon de berjewendiyên Tirkiyê jî di asta herî zêde de didin ber çav û di rojevê de tevegereka leşkerî ya hevpar ne di rojevê de ye.