Lavrov: Tirkiye amade ye vekisîna ji Sûriyê gotûbêj bike

01 September 2024 14:27 0 dîtin
Lavrov: Tirkiye amade ye vekisîna ji Sûriyê gotûbêj bike

PeyamaKurd – Piştî daxuyaniyên Serokê Sûriyê Beşar Esed ên derbarê asayîkirina pêwendiyên bi Tirkiyê re ku derketina artêşa Tirkiyê cara yekem wek mercê serekî nîşan neda, ji Rûsyayê jî daxuyaniyeke balkêş hat.

Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov got: “Tirkiye amade ye vekişîna leşkerên xwe ji Sûriyeyê gotûbêj bike, lê hîn ser hêmanên muzakereyan lihevkirinek çênebûye.”

Lavrov ji  Russia Today re daye xuyakirin, dawiyê ji bo hikûmeta Sûriyê şertê normalîzekirina têkiliyan wergirtina biryareke zelal a vekişîna leşkerên Tirkiyê ji Sûriyê ye û got, Tirkiye amade ye vê mijarê gotûbêj bike, lê hîn bi giştî lihevkirinek li ser çênebûye.

Herwiha Lavrov daye zanîn, ger tedbîrên pêwîst ji bo rêgiriya terorê bên girtin, ji xwe mayîna yekîneyên Tirk li herêmê bêwate dibe û ew li ser van mijaran diaxivin.