Misirê banga vekisîna ji Sûriyê li Tirkiyeyê kir
PeyamaKurd – Wezîrê Derve yê Misirê Samîh Şukrî, 13ê Nîsanê di çarçoveya asayîkirina pêwendiyên dîplomatîk ên ligel Ankarayê de, serdana Tirkiyeyê kiribû û bi hempîşeyê xwe Mevlut Çavuşoglu re civiya bû.
Hat ragihandin ku Samîh Şukrî, bang li Tirkiyeyê kiriye ku pêwîste serweriya yekparçebûna xaka Sûriyê bê parastin û hêzên Tirkiye jî ji nav erda Sûriyê vekişin.
Şukrî di serdana xwe ya Tirkiyeyê de, bal kişandiye ser ku hebûna leşkerên Tirk li Sûriyeyê li ber hewlên asayîkirina pêwendiyan dibe asteng û rageşiyê zêde dike.
Rayedarekî Misrê ragihandiye ku di civîna sêyem a asayîkirina pêwendiyan de, hikûmeta Misirê helwesta xwe ya derbarê Sûriyê de, li Enqereyê dubare kiriye.
Hatiye diyarkirin ku hebûna Tirkiyeyê ya li bakurê rojavayê Sûriyê, hewldanên asayîbûn û aştiya bi Beşar Esed re dixe zehmetiyê.
Li aliyê din welatên Erebî tevî nerazîbûna Amerîkayê jî pêwendiyên xwe yên dîplomatîk û bazirganî bi hikûmeta Şamê re bipêş dixin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin