Gotinên Lavrov û amadekariyên bo normalîzekirina têkiliyên Tirkiye û Sûriyê

03 September 2024 19:03 0 dîtin
Gotinên Lavrov û amadekariyên bo normalîzekirina têkiliyên Tirkiye û Sûriyê

PeyamaKurd – Di demeke ku hewldanên normalîzekirina têkiliyên Şam û Enqereyê cardin zindî bûne de, daxuyaniyên tawanbarkirina bi hevkariya Amerîkayê ya hêzên Kurdên Sûriyê ji aliyê Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov ve hatin dayîn.

Lavro ne cara yekem e ku wan tawanbariyan dike ku wekî gefxwarin jî dikare bê nirxandin. Wezîrê Rûsî Amerîkayê bi avakirina dewleteke Kurdî li bakurê Sûriyê sûcdar dike û ji bo hêzên Kurd jî dibêje, “Pişta xwe bi Amerîkayê girê nedin”.

Herwiha Lavrov, hêzên Amerîkayê yên li Rojavayê Kurdistanê bi diziya çavkaniyên herêmê û bi taybet jî petrolê tawanbar dike.

Lavrov gefan dixwe yan?

Lavrov, bi awayekî şêlû gefê li hêzên Kurd dixwe ku hevpeymanîya ligel Amerîkayê bidawî bînin û îşareta normalîzekirina pêwendiyên Enqere û Şamê dide ku armanca sereke ya Tirkiyê nehiştina Rêveberiya Xweser a di bin parastina Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) de, jiyana xwe bi awayê defakto didomîne ye.

Hevseroka Daîreya Têkîliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed jî bersiv dabû Lavrov û gotibû, “Axaftina Lavrov deriyên çareseriyê venake û aloziyan zêde dike. Em pişta xwe bi hêza xwe qewîn dikin.”

Rûsya hay ji niyeta me heye: Em naxwazin Suriyê parçe bikin

Herwiha Ehmed diyar kiriye, “Ti niyeta me tune ku em Sûriyeyê parçe bikin” û bal kişandiye ser ku Şam li pey rêyên diyaloga bi Tirkiyeyê re digere lê belê diyaloga bi wan re red dike.

Îlham Ehmed dibêje, Rûsya bi temamî ji niyetên me yên li bakurrojhilatê Sûriyeyê haydar e û çareseriya esasî ya siyasî jî bi vekişîna hemû hêzên biyanî ji Sûriyeyê pêk tê ku Tirkiye jî yek ji wan hêzan e.

Rûsya amadekariya civîna lihevkirina Şam û Enqerê dike

Li ser van daxuyaniyan, Rojnameya El Weten a girêdayî hikumeta Şamê nûçeyek bi nivîsa, "Ji daxuyaniyên Rûsyayê diyar dibe ku wê civîna pêşbinkirî ya di navbera Sûriye û Tirkiyeyê de di demeke nêz de be" belav kir.

Rojnameyê bal kişandiye ser daxuyaniyên dawî yên Sergey Lavrov û daye zanîn ku Lavrov bi awayekî eşkere behsa amadekariyên civîna Rûsya, Îran, Tirkiye û Sûriyeyê dike û ev jî gavên cidî yên di vê çarçoveya normalîzekirinê de ne.

Li gorî nûçeyê Rûsyayê bernameya civîna pêşbinkirî ya di navbera Şamê û Enqerê de diyar kiriye û biryar e civîn dawiya meha Îlonê pêk were.

Di rojeva Tirkiyê de nûjenkirina 'Rêkeftina Edeneyê' heye

Li gorî çavkaniyên agahdar jî civîna Tirkiye û Sûriyê ya normalîzebûnê wê li ser nûkirina "Rêkeftina Edeneyê" ya di navbera Sûriye-Tirkiyeyê de pêk were ku Tirkiye dixwaze bi wî awayî bikare êrîşên ser erda Rojavayê Kurdistanê yên bi hinceta hebûna PKKê û peyrewên wê berdewam bike.

Rûsya dixwaze Kurdan bike qurbana lihevkirina Tirkiye û Sûriyê

Heman çavkanî diyar dikin ku divê aliyên têkildar nexasim Şam, van xalan erê bike ku pêwîste Rûsya misoger bike ku Tirkiye hêzên xwe li gorî bernameyekê ji nav erda Sûriyê vekişîne.

Daxuyaniyên Lavrov ên dijî Rojavayê Kurdistanê ku wek hincet hevkariya Amerîka dubare tê nîşandan û hewldanên civîna navbeynkariyê ya ligel Tirkiye û Sûriyê nîşan didin ku Rûsya vê carê rijd e ku Esed û Erdogan lihev bîne. Lê belê li aliyekî jî daxuyaniyê gefxwarinê yên bo hêzên Kurd ên li Rojavayê Kurdistanê hin gumanan bi xwe re tîne. Gumana herî li pêş jî ew e ku nirxandinên ku Rûsya hewl dide Kurdan bike qurbana lihevkirina Şam û Enqereyê ye.